sosin sosin sosin sosina li mêrg û çiya ye
qîzik çûne dîlanê hemî kemberê badaye
ji eşqa ramûsanê aqil û sewda nemaye
ji derdê ramûsanê aqil û sewda nemaye
sosin sosin sosin sosina li mêrg hêşîne
qîzik çûne dîlanê hemî kemberê rêşîn e
min ji derdê ramûsanê aqil û sewda danîne
ji derdê ramûsanê aqil û sewda danîne
sosin sosin sosin sosina li mêrg û li pêş e
keçik çûne dîlanê hemî kemberê gurîş e
ji eşqa ramûsanê aqil û sewda difroşe
ji derdê ramûsanê aqil û sewda difroşe
sosin sosin sosin sosina li mêrg û belek e
keçik çûne dîlanê hemî kemberê xelek e
ji derdê ramûsanê aqil û sewda gelek e
ji derdê ramûsanê aqil û sewda gelek e