29.
-
Ez ez'îm tû tû'ye. - Ben Benim Sen Sensin.
Aqlê sivik barê girane. - Hafif akıl ağır yüktür.
Av bi bêjîngê nayê civandin. - Elekle su toplanmaz.
Ava de serî; çi buhustek çi çar tilî. - Başı aşan su; ha bir karış olmuş, ha dört parmak.
Ba ji tehtê çi dibe? - Yel kayadan ne götürür.
Ban qul be binban şile. - Dam delikse damdibi ıslaktır.
Behr bi devê kûçka heram nabe. - Deniz itin ağzıyla haram olmaz.
Bela tên serê mêra. - Bela yiğidin başına gelir.
Bext nadim bi text. - Baht tahta değişilmez.
Bi dinyê bişêwir bi aqlê xwe bik. - Dünyaya danış, aklına göre yap.
Bila avis be kengî dizê bila bizê. - Gebe olsun da ne zaman doğurursa doğursun.
Bila dilê mi bi dil be bila tûrê kirasê mû li mi be. - Gönlüm hoş olsun da varsın giysim kıldan olsun.
Bila hespê çê be bila bê nal be. - iyi at olsun da varsın nalı olmasın.
Bila rû bêşe zik ne êşe. - Yüz acısın, karın ağrımasın.
Birîndar bi birîna xwe zane. - Yaralı yarasını bilir.
Bişuğle weke mêra, bûxe weke şêra. - Adam gibi çalış aslan gibi ye.
Çêlîkê mara bê jahr nabin. - Yılanın yavrusu zehirsiz olmaz.
Çira ji korare def ji kerare bêfêdeye. - Çıranın köre, davulun sağıra yararı yoktur.
Dara xwezîya şîn nabe. - Keşke'nin ağacı yeşermez.
Deryê xwe bigir cîranê xwe diz dernexe. - Kapını kapa, komşunu hırsız çıkarma.
Destê xebitî li ser zikê têre. - Çalışan el tok karnın üstündedir.
Destkê bivir ne ji darê be dar nakeve. - Baltanın sapı ağaçtan olmazsa ağaç devrilmez.
Dev dixwe rû fedî dike. - Ağız yer yüz utanır.
Dêhn ne dêhnin; ê ji wan bawer dikin dêhnin. - Deliler deli değil onlara inananlar delidir.
Dê û dotê şerkirin, bêaqila bawer kirin. - Ana kız kavga ettiler, akılsızlar inandı.
Dibêjin tu li rê qede û bele li rê. - Sen yola çıkınca kaza bela birlikte yola çıkar.
Dibêjin Şam şeqire welat je şêrintire. - Derler Şam şekerdir vatan ondan daha tatlıdır.
Dinya guleke, bêhn bike û bide hevalê xwe. - Dünya bir güldür, kokla ve arkadaşına ver.
Dinya li dinyê; çavê gur li mîhê. - Dünya durdukça kurdun gözü koyundadır.
Dûjminê te gêrikek be jî dîsa hesabê xwe bike. - Düşmanın bir karınca bile olsa önlemini al.
Dûr bî nure. - Uzaklar ışıklıdır.
Eger xêr bê welatekîwê bigihîje hemi cîhê welât. - Eğer bir ülkeye iyilik gelirse ülkenin her yerine ulaşır.
Erd birinc be, av rûn be, ku xwedî tunebe zû xelas dibe. - Yer pirinç olsa, su da yağ, sahibi yoksa tez biter.
Eyarê bênamûsa firehe. - Namussuzun postu geniştir.
Ez hêdî dimeşim bela dighê mi, ez zû dimeşimez dighêm bela. - Yavaş yürüyorum bela bana yetişiyor, hızlı yürüyorum ben belaya yetişiyorum.
Ê dizya hunguv bike wê mêş pêvedin. - Bal hırsızını arı sokar.
Ê jinê berde li panîyê nanêre. - Karıyı boşayan ardından bakmaz.
Ê ne di şerde be şêre. - Kavgada olmayan aslan kesilir.
Fala qereçîya lihev derdikeve. - Çingenenin falı birdir, atar tutturur.
Galgala ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana. - Ağız ve dişlerin arasına düşen söz, kentleri memleketleri dolaşır.
Gîha dibin kevirde namîne. - Taşın altında ot kalmaz.
Gur dîkujîn qîjak dixun. - Kurt öldürür karga yer.
Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket. - Ha taş testiye değmiş ha testi taşa.
Hemi çêlek tên dotin, hemî gotin nayên gotin. - Her inek sağılır, her söz söylenmez.
Hem serê xwe dişkîne hem jî xercê xwe dide. - Hem başını kırıyor, hem de vergisini ödüyor.
Her gîha li ser koka xwe şîn tê. - Her ot kendi kökü üzerinde yeşerir.
Her tişt ji ziravî mirov ji stûrî diqete. - Her şey incelikten, insan kabalıktan kopar.
Heywana tu bigerînî wê erzan bibe. - Gezdirdiğin hayvan ucuz olur.
Hinek dikin hinek dixwun. - Kimi yapar kimi yer.
Hûrik hûrik dagir tûrik. - Ufak ufak doldur dağarcığını.
Hur bajo kur bajo ga meşine. - ince sür, derin sür, öküzleri de yorma.
Ji hirçkê du eyar dernayê. - Bir ayıdan iki post çıkmaz.
Kanya ku tu avê jê vexwî kevra navêjyê. - Su içtiğin kaynağa taş atma.
Karê ne ji mire bayê wê di ser mire. - Benim olmayan işin yeli üzerimden geçsin.
Keda helal dibe mû naqete, keda haram bibe werîs jî diqete. - Helal ekmek kıl olsa kopmaz, haram ekmek halat da olsa kopar.
Kes nakeve gora kesî. - Kimse kimsenin mezarına girmez.
Kumê rasta tim qetyayîye. - Doğru kişinin külahı hep yırtıktır.
Ku te girt bermede ku te berda bi dû nekeve. - Tuttunsa bırakma, bıraktınsa ardına düşme.
Kûçik ji kê bitirse bi wî alî direye. - Köpek korktuğu yana havlar.
Malê ağê diçe canê ğulêm têşe. - Ağanın malı gider uşağın canı yanar.
Malê çamêrkî û xesîskî wek hev dire. - Cömerdin malıyla cimrinin malı aynı oranda harcanır.
Mêrê qels du cara şer dixwaze. - Güçsüz adam iki kez kavga ister.
Mirîşka bigere wê lingê wê bi zelq be. - Gezen tavuğun ayağında pislik olur.
mirov xwe bi destê xwe ne xurîne xura mirov naşkê. - insan kendini kendi eliyle kaşımazsa kaşıntısı geçmez.
nane ta tınne ake ta ku teya - ekmeğin yoksa bokun nerden geliyor ?
nan û pîvaz hebe nexweşî çavreşîye. - ekmek ve soğanın varsa hastalık çekememezliktir.
ne dujminê xeraba bin; dujminê xerabîyê bin. - kötülerin düşmanı değil kötülüğün düşmanı olun.
pisîk ne li male mişk evdirrehman'e. - kedi evde olmayınca fare Abdurrahman kesilir.
oantir nazê xwê şîn nayê. - katır doğurmaz, tuz yeşermez.
rûyê reş ne hewcî tenîyêye. - kara yüze is gerekmez.
serê du berana di beroşkêde nakela. - iki koçun başı bir tencerede kaynamaz.
şerê sibehê ji xêra êvarê çêtire. - sabahın kavgası akşamın hayrından iyidir.
şikefta sed pez heryê wê sed û yek pez jî heryê. - yüz koyunun sığdığı yere yüzbir koyun da sığar.
şûr kalanê xwe nabire. - kılıç kınını kesmez.
timayî birakuje. - tamah kardeş öldürendir.
tirsa gur ji baranê heba wê ji xwere kulavek çêkra. - kurdun yağmurdan korkusu olsaydı kendine bir aba yapardı.
tu cehnemê nebînî buhuşt bi te xweş nabe. - cehennemi görmezsen cennet sana tatlı olmaz.
tu çi têxî kewarê wê ew bê xwarê. - dolaba ne koyarsan onu alırsın.
xwedê ji yekîre xera bike diranê wî di pelûlê de dişkê. - allah birisinin işini bozarsa dişi sütlaçta kırılır.
xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike. - köstebek ne kadar toprağı kazarsa başına döker.
te xwadi kır bı guhana xalkê ji te sıtand bı navrahna.-sen memenle doyurdun başkası bacakarasıyla senden aldı
sêlika rixê jî li ser qenterê têra xwe dikişîne:hayvan dışkısı da kantarda yeterince ağırdır.
not; ortadoğnun en zengin dillerinden olan kürtçe dilinen bir kaç "gotinen peşiyon".