1.
-
keçikek bi çavên wek cihan
min ji daran hez dikir, rojên hanê
keçikek bi çavên wek cihan
bostan digihan li ber tina rojê
min ji çaqılan hez dikir, rojên hanê
çawa bengiyê darê guzan bûm
bengiyê roja li coyên avê
ew mezin bû, ez zaro bûm
keçikek bi çavên wek cihan
ev e, li dawiya hemû şerên min
jiyanê, yek bi yek bi te dızanım
lê fêm dikim ku min windakir
keçikek bi çavên wek cihan
kemal burkay